
Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşa ya Hesekê Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin.
Girêdayî mijarê Meclisa Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê sûcê ku hatiye kirin, şermezar kir û got:
“Ev sûc li dîroka terorîstan a reş hate zêdekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina tirsê di nava şêniyan de ye.”
Meclisê da xuyakirin ku ev sûc projeya Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike hedef.
Meclisa kantona Hesekê di dawiyê de, sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.