LI KIRMAŞAN Û URMIYÊ MAMOSTE DAKETIN QADAN

Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî pêk hat, li bajarên Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê mamosta careke din daketin qadan.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ev 3 rojin mamoste di greva giştî de ne.

Piştî vê grevê îro dîsa ji bo daxwazkirina mafên xwe mamoste daketin qadan.

Mamosteyên li bajarên Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Gelek jin jî beşdarî çalakiyan bûn.

Di çalakiyê de slogana, ‘Lewazkirina mamostayan xiyanete’ gotin.

Mamasta bi wan çalakiyên xwe daxwaza dadperweriya civakî, wekhevî û nehiştina hejariyê dikin.

Herwiha dixwazin giranî bi dawî bibe û kerameta mamosta werin parastin.

Leave a Reply

Back to top button