Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nasnameya şehîdekî hêzên xwe eşkere kir.
Hêzên Ewlekariyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrê Xalid El-Kerad, roja pênşemê 21’ê Çileyê li bajarokê El-Kerame yê rojhilatê Reqayê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku endamê wan dema li ser erka xwe bû komên terorîst ew kirin armanc û di encamê de şehîd bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxî ji malbata şehîd Xalid re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Xalid El-Kerad, cihê ji dayîkbûnê: Reqa û 21’ê Çileyê 2021’an li bajarokê El-Kerame şehîd bû.