HPG: Artêşa dagirker bi zanebûn deverên sivîlan dike armanc

Dewleta tirk a dagirker ne tenê Rojava, başûrê Kurdistnaê jî kiriye hedefa dagirkeriya xwe. Ji Til Rifatê heta bi Hecî Umran, Berdesorê, Garê, Metîna yên başûrê Kurdistanê cihên sivîlan di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

HPG’ê ragihan ku ev yek bi zanabûn tê kirin û got, Wê gelê kurd li dijî van êrîşan serî netewîne.

Dewleta Tirk a dagirker di nava sê rojên dawî de hemwext, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê herêmên sivîlan dike armanc.

Derbarê êrîş û topbaranê dewleta dagirker de Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku dewleta tirk bi zanebûn ji Til Rifatê heta bi Hecî Umran, ji Berdesorê heta bi Garê û Metîna jîngehên sivîlan dike armanc û got:

Lê bila artêşa dagirker baş bizane wê bi van kirinên xwe yê faşîst ve nikaribe serê gelê kurd bitewîne.

Li hember van êrîşan wê gelê kurd yê welatparêz bersiva pêwîst bide.”

HPG’ê derbarê êrîşên li ser jîngehên sivîlan yên li başûrê Kurdistanê de ev agahî da:

22 Çile li herêmên Xakurkê, Garê, qadên Hecî Umran a Berdesorê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 4 kes birîndar bûn, 250 pezên gundiyan telef bûn e.

HPG’ê daxuyaniyên ku ragihandina artêşa dagirker û yên nêzê PDK’ê diyar dikin ku ev êrîş li dijî PKK û kozikên wan hatiye kirin derewand û ev tişt anî ziman:

Li deverên navborî ti kozikên me nînin.

Di van êrîşan de ti ziyan negihaştiye hêzên me.

Ev êrîşên navborî li dijî mal û xelkên sivîl hatiye kirin.

Back to top button