“Gefên dewleta Tirk israra me ya berxwedan û têkoşînê zêde dike”

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û hin hêzên derve amadekarî dike ku Dêrik û Şengalê dagir bike. Şêniyên Dêrikê bi meşekî plana qirêj şermezar kirin û diyar kirin ku gefên dewleta Tirk israra wan a berxwedanê zêdetir dike.

Şêniyan bang li PDK’ê kirin ku dest ji xiyaneta xwe ber de û ev helwesta wan zirarê dide xebatên yekîtiyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hin hêzên heremî û nokeran ev demeke konseptekî nû ya dagirkirina Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê xistiye meryetê.

Ev konspeta nû 9’ê Cotmehê bi peymana dagirkirina Şengalê ya di navbera PDK, dewleta Tirk û Hikûmeta Bexdayê ve kete meryetê.

Piştî demekî PDK jî li gorî plansaziya nû baregehên nû li ser xeta Dêrik a Deriyê Sêmalka çêkir û çekên giran li ser sînorê Rojava-Başûr bi cih kir.

Herî dawî di serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilûsî Akar ya bi rayedarên PDK’ê re derket holê ku li ser dagirkirina Dêrik û Şengalê hevkirine.

dimenên mesud barzanî û akar bidin

Bi sedan şêniyên navçeya Beravê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên li dijî Şengal û herêma Dêrikê, meşek li dar xist.

Xwepêşandêr, ji gundê Til Dara yê navçeya Beravê heta bajarokê Eyn Diwêrê meşiyan.

Piştî meşê li Eyn Diwêrê mîtîngek hate lidarxisitn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û diyar kri ku gefên dewleta Tirk israra me ya berxwedan û têkoşînê zêde dike.

Mihemed Şerîf: PDK divê dest ji xiyaneta xwe berde

Her wiha Mihemed Şerîf hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî şermezar kir û dazanîn ku bi vê helwestê ve wê yekîtiyê pêkneyê.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf diyar kir ku wê planên noker û dewleta Tirk a dagirker yên li dijî gelên herêmê encam negre.

Şerîf bang li hêzên garantor kir ku li dijî kiryar û planên dewleta tirk ên li sr xelkên herêmê xwedî helwest bin.

Back to top button