Li Qamişlo merasîma xiyabî ji bo şehîd Evîn Şîlan pêk hat

Li Qamişlo, ji bo gerîlaya HPG’ê Evîn Şîlan, ku di berxwedana Heftanînê de şehîd bûbû, merasîmekî xiyabî hate lidarxistin.

dimenê merasiman biherikênin.. li gorî cihên pêwist

Gerîlaya HPG’ê Evîn Şîlan, 11’ê Tîrmeha 2020’an di berxwedana Haftanînê de şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, ji bo şehîd Evîn merasîmeke xiyabî li goristana Ş. Delîl Sarûxan li dar xist.

Di merasîmê de, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê axaftin hat kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin:

Şehîd Evîn Şîlan li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan mezin bû û di oxira parastina welat de şehîd bû.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Evîn Şîlan radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi diruşme û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

Back to top button