Desteya çandê ya li herêma Cizîrê ji bo bîranîna hunermendê kurd Ayaz Yûsif, merasîmek bîranînê li bajarê Qamişlo lidar xistin.
Îro 35 sal li ser koça dawî ya hunermedê kurd yê navdar, Ayaz Yûsif re derbas dibe..
Li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, merasîm hat li darxsitin..
Di merasîmê de, bi dehan ji Hunermend, Kesayet û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn..
Merasîm bi kêliyek rêzgirtin li ser giyanê pekrewanan dest pêkir..
Piştre axaftin ji aliyê beşdaran hat kirin..
Di axaftinan de hate gotin ku huner û çand, hebûna gela ne, divê em xwedî li çand û hunera xwe di her kêliyên de derkevin..
Merasîm bi sitranên hunermendê navdar Ayaz Yûsif, bi dawî bû..