Rêveberiya Xweser: Doza kampê hevbeş e, ji bo çareseriyê destek pêwîst e

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku doza Kampa Holê dozeke hevbeş di navbera wan û civaka navdewletî de ye, lewma divê ji bo çareserkirina vê dozê cîhan tevde bikeve tevgerê.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku doza Kampa Holê, di navbera wan û civaka navdewletî de dozeke hevbeş e, ji lew re ji cîhanê tevî tê xwestin ku ji bo çareseriyê bixebite.

NY hefteya borî metirsiya xwe ji ber rewşa ewlehiyê li Kampa Holê anî ziman û diyar kir ku pêwîstî bi çareseriyeke bilez heye.

Têkildarî rapora NY ya der barê Kampa Holê de, Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina doza kampê, daxwaza destekê lê kir.

Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan, ji saziyên navnetewî yên ku rewşa kampa Holê dişopînin re bi bîr xist ku rewş ji wiha aloztir e û hewldanên çalakkirina rola DAIŞ’ê hene, ev jî barê Rêveberiyê girantir dikin.

Ji ber ku Kampa Holê welatiyên gelek welatan dihewîne û mijar her kesî eleqeder dike, Buroyê teqezî li ser piştevaniya civaka navdewletî kir ku, divê destê alîkariyê dirêj bike.

Buroyê anî ziman ku Hêzên Asayîşa kampê, tevî derferên kêm, kedeke mezin ji bo kontrolkirina kampê dimeşînin û erka parastinê kampê bi cih tînin.

Derbarê rewşa zarokan de jî, Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan wiha got:

Em teqez dikin ku tu girtinên bi zorê tune ne, li gorî pêwîstiyên zarokan danûstandin bi wan re tên kirin.

Lê hewldanên çandina hişmendiya DAIŞ’ê ji aliyê jinên li kampê berdewam in.

Her wiha rewşa zarokên sêwî di ber çavan re tê derbaskirin û li gorî rêgezên ku Rêveberiya Xweser derxistine, danûstandin bi wan re têne kirin û ji şer tên dûrxistin.

Kampa Holê zêdeyî 62 hezar kesî dihewîne, ji wan 8 hezar û 965 zarok û jinên DAIŞ’ê ne.

Li wir, ji ber çi kesê hişmendiya DAIŞê nepejirandiye, pirî caran bûyerên kuştin û êşkencekirinê qewimîne.

Back to top button