12 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin

Li Dêra Zorê, 12 leşkerên hikûmeta Şamê di êrîşeke DAIŞ’ê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê, li devera Şol a Dêra Zorê êrîşek li dijî hêzên hikûmeta Şamê, pêk anî.

Di encamê de, 12 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.

Ev du heftî ne operasyonên hikûmeta Şamê ji dijî DAIŞ’ê berdewam dikin û heta niha balafirên Rûsî 130 êrîş li ser çolistana Sûriyê pêk anîne û herî dawî 17 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Back to top button