Zêdan El-Asî: Ne dûr e dewleta Tirk êrîşî Şengal û Dêrik bike

​Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk êrîşî herêmê bike û hingê dê şerekî li seranserî sînorên ji Dêrikê heta bi Efrînê bigire nava xwe.
El-Asî bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê kir ku li dijî êrîşên nû bisekinin.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî diyar kir ne pêkan e dewleta Tirk bê erêkirina hêzên Iraqê û Koalîsyona Navetewî êrîşî Dêrikê bike.

22’ê Çileyê Erdogan gefa pêkanîna êrîşeke hevbeş bi alîkariya PDK’ê û hikûmeta Iraqê li dijî Şengal û Rojava xwar û got; “Dibe ku em şevekê ji nişka ve êrîş bikin.”

Ajansa Nûçeyan a Hawarê jî ragihand ku dewleta Tirk û PDK ji bo dagirkirina Şengal û Dirikê li hev kiriye.

Zêdan El-Asî derbarê amadekariyên dewleta Tirk ên pêkanîna êrîşekê ji ANHA’yê re destnîşan kir ku ne dûr e dewleta Tirk êrîşî herêmê bike û plana êrîşê bi ya xetertirîn ku dê kerasetê bi xwe re bîne, bi nav kir.

El-Asî got:

“Eger dewleta Tirk êrîş bike, şerê ku derkeve dê ne tenê li Dêrikê be, lê belê dê şerekî vekirî be û li seranserî sînorên ji Dêrikê heta bi Efrînê bigire nava xwe.”

Zêdan El-Asî: Eger êrîş pêk hat wê bi erêkirina hêzên Iraq û Koalisyonê be

El-Asî helwesta hêzên Iraqê û Koalîsyona navnetewî ya êrîşan anî ziman ku, ne pêkan e êrîşeke bêyî şewqa kesk ji Iraqê bigire pêk were û hebûna baregehên hêzên Koalîsyonê li Dêrikê bi bîr xist.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser, bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û li dijî êrîşên nû yên dewleta Tirk bisekinin.

Zêdan El-Asî: Em ê rê nedin dagirkirina xaka xwe

El-Asî binketina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê jî bi bîr xist û got:

“Em hêzên leşkerî û QSD’ê soz didin gelê xwe, eger dewleta Tirk êrîş bike, em ê rê nedin wan ku xaka me dagir bikin û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.”

Back to top button