Parlamenterê YNK’ê Arêz Abdullah: Ger PDK alîkariya Tirkiyê neke wê Iraq jî neke

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan-YNK’ê Arêz Ebdulah jî diyar kir ku bicihkirina hêza PDK’ê ya ser sînoran û nûkirina baregehan, ji bo dorpêçkirina PKK’ê û alîkarîdayîna dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo berfirekirina dagirkeriya xwe li Rojava û Başûrê Kurdistanê ev demek e ketiye nava tifaqên qirêj.

Taybet jî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar ya ji bo dagirkirina Şengal û Dêrikê û hevdîtina wî bi rayedarên PDK’ê re rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan-YNK’ê Arêz Ebdulah derbarê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re, axivî.

Arêz Ebdullah diyar kir ku bi saya PDK’ê dewleta Tirk, niha Hewlêr, Dihok, Zaxo û Musilê dagir kirine.

Ebdullah bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û got:

“Li gorî min wê hikûmeta herêmê li dijî Şengalê alîkariya Tirkiyê bike.

Eger herêm alîkariya Tirkiyê neke, wê Iraq jî alîkariya wê neke.

Ji ber ku helwesta Iraq ya li ser Şengalê girêdayî helwesta Başûrê Kurdistanê ye.”

Endamê YNK’ê diyar kir ku PDK helwesta partiyan bi navê hikumetê belav dike. YNK jî Goran jî li dijî vê hevkariyê ne. Divê PDK helwesta partiyetî wek ya hikûmetê nîşan nede.

Endamê Reveberiya YNK’ê Arêz Ebdulal di dawiyê de got:

“Divê PDK nebe hevkarê vî şerê, ji ber ku dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e.”

Parlamenterê Goran Dr. Şêrko: Çênabe PDK bi navê hikûmetê hevkariya Tirkiyê bike

Parlamenterê berê yê Başûrê Kurdistanê û Çavdêrê Siyasî Dr. Şêrko jî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û got:

“Diyar e PDK’ê wê di şerê li dijî PKK’ê de cih bigire.

Nabe partiyên siyasî yên din qebûl bikin ku PDK bi navê hikûmeta Başûr piştgiriya Tirkiyê bike.”

Parlementerê YNK’ê Zikrî Zêbarî: Divê PDK nebe hevkarê plana tirkî

Parlementerê YNK’ê Zikrî Zêbarî jî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ne PKK ye, armanc qirkirina ji holê-rakirina destketiyên Kurdan e.

Zebarî daxwaz ji hikûmeta Başûr kir ku li dijî êrîşên li ser herêmê xwedî helwest be û nebe hevkarê planên dagirkeriyê.

Back to top button