OCALAN: AN EM Ê BIBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ AN JÎ EMÊ ERKA XWE YA MIROVÎ PÊK BÎNIN

Mehmet Ocalan, birayê Rêber Ocalan, ji bo daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin bang li her kesî kir ku têkevin nav hewldanan û got.
“An em ê bibin hevparê sûcê dewletê an jî em ê erka xwe ya ji bo mirovahiyê bi cih bînin.
Ev bêdengî nayê qebûlkirin.”

Mehmet Ocalan, birayê Rêber Ocalan, ji bo êşkenceya li îmraliyê tê kirin û bêdengiya cîhanê ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Mehmet Ocalan, bal kişand ser hevdîtina 12’ê Çileyê û bilêv kir ku ev hevdîtin tenê ji bo teyîtkirina mafê jiyanê bûye.

Ocalan, diyar kir ku hevdîtina dawî ne hevdîtineke qanûnî bû got;

Ji ber dewlet tengijiye pîvanên xwe bin pê kiriye û ev hevdîtin pêk aniye.

Ocalan, anî ziman ku hevdîtina bi Rêber Ocalan re girîng e, lê belê ne gaveke ji bo çareserkirina pirsgirêkê bûye.

Ji bo pirsgirêk çareser bibe û grevên birçîbûnê bi dawî bibe, divê tecrîd bi temamî ji holê rabe.

Pêvajoya heyî pêvajoyeke dijwar e û tekane rê li her deverî bilindkirina têkoşînê ye.

Ocalan, destnîşan kir ku hem Yekîtiya Ewropayê hem jî CPT’ê li ber vî sûcî xwe li nedîtin û guhnedêriyê datînin û ji ber vê Ewropa û saziyên navnetewî dibin hevparê sûcê Tirkiyê.

Ocalan bang li gelên Tirkiyê jî kir;

“Wextê me pir nemaye. Divê li Tirkiyê hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyê demildest têkevin nav hewldanan.

Divê em mirov nemirin.

Dibe ji nişkave ji girtîgehan xebera mirinê bê.

Loma wextê me pir nemaye. Çi bê kirin divê niha bê kirin. Piştî mirin çêbibin, çi bê kirin jî vala ye.”

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin dawiyê ev bang li herkesê kir;

“An em ê bibin hevparê sûcê dewletê an jî em ê peywira xwe ya ji bo mirovahiyê bi cih bînin.

Ev bêdengî nayê qebûlkirin.”

Leave a Reply

Back to top button