Ji ber topbarana hêzên hikûmetê li ser Idlibê sivîlek hat kuştin

Ji ber topbaranên hêzên hikûmeta Şamê li Idlibê, sivîlek hat kuştin. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan gundê Xanya yê gundewarê Cisir Şixûr li Idlibê armanc kir û di encamê de, sivîlek hat kuştin.

Hemwextî van êrîşan, hêzên hikûmetê deverên çeteyên Tirkiyê yên li eniyên El-Tifahiya yên Laziqiyê topbaran kirin û li wir 2 çete hatin kuştin.

Di van 24 saetan de balafirên Rûs 95 êrîş li dijî DAIŞ’ê pêk anîn

Hem wextî, lidarxistina gera 5. a danûstandinên komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê, şer li seranserî axa Sûriyê gur dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mavên mirovan ragihand ku balafirên şer yên Rûsyayê deverên DAIŞ’ê yên li sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê hedef girtin.

Li gorî çavdêriyê, di nav 24 seatên dawî de 95 êrîşên esmanî pêk anîn.

Duh çeteyên DAIŞ’ê li devera Şol a Dêra Zorê êrîşî hêzên hikûmeta Şamê kir.

Di encamê de 4 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Back to top button