Xwedanê sewalên ku di êrîşa 22 vê mehê de telef bûbûn, doz li dijî komîsarxaneya Tirkî vekir

Xwedanê sewalên ku di bombebaran dewleta Tirk li ser herêma Balekayetî de telef bûbûn, li dijî komîsarxaneya Tirkiyê doz vekir.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 22 vê mehê gundên herêma Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kiribûn.

Di encama bombebaranê de, zêdeyî 370 sewalên malbatekê telef bûn.

Xwedanê sewalan Mehmûd Hisên li dijî vê yekê, li dadgeha Çomanê li komîsarxaneya dewleta Tirk doz vekir.

Mehmûs Hisên li ber deriyê dadgehê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got:

“Ji ber topbarana Tirkiyê, ziyaneke mezin gihîştiye me.

Ji bo vê, em ê dozê li dijî wê vekin, da ku qerebûyên ziyanan bide.”

Back to top button