TAJÊ: Civaka Êzdî xwedî sekneke berxwedêr e

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser êrîşekirina Şengalê daxuyaniyek weşand.

TAJÊ, bersiv da gefên rayedarên dewleta tirk ên li ser Şengalê û destnîşan kir ku destên qirêj wê nikaribin Şengalê careke din bixin nava lepên qirkirinê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi van axaftinan careke din gef li civaka Êzidî tê xwarin.

Ev gef ne tenê li ser civaka Êzîdî ye, di heman demê de li ser axa Iraq, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye jî.

TAJÊ destnîşan kir ku civaka Êzidî êdî xwedî hêza xwe ya parastinê û rêveberiya xwe ya xweser e û got:

Wê dewleta Tirk nikaribe encamên ku dixwaze bi dest bixe.

Em bang li tevahî êzîdiyên Şengal, dervayî welat û tevahî cîhanê dikin ku xwedî li Şengalê û rêveberiya xweser û parastina wê derkevin.

Back to top button