Dagirkeran 3 sivîl ji navçeya Raco û Bilbilê yên Efrînê revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê, 3 sivîl ji navçeyên Raco û Biliblê yên Efrîna dagirkirî revandin, li navçeyên Şera û Şêrawa jî 140 darên zeytûn û hinaran birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûrî ragihand ku beriya hefteyekê, çeteyan şêniyê bi navê Elê Hisên (22) yê ji gundê Mûskê yê navçeya Raco revand.

Çeteyan ji bo berdana wî daxwaza 6 hezar Lîreyê Tirk ji malbatê kirin.

Navenda Belgekirina binpêkirinan li Bakur Sûrî dazanîn ku 13’ê Çileyê, çeteyan du sivîlên ji gundê Colaqa yê Bilbilê revandin.

Bi tewanên ku wêne di nav zeviyên xwe de digirtin, çeteyan şêniyê bi navê Xebat Ebdo Henan û birayê wî Munzir Ebdo Henan revandin.

Navendê eşker kir ku ji destpêka vê mehê, dagirkeran di nav de 4 zarok û 4 jin 38 sivîl li Efrîn û Girê Spî revandin.

Back to top button