VOTEL: JI BO DAWÎ ANÎNA ŞERÊ BI DAIŞ RE HÎNA GELEK MAYE

Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA’yê Joseph Votel got, ji bo şerê bi DAIŞ’ê re bi dawî bibe hîna gelek maye.

Joseph Votel diyar kir ku di aliyê şeklî de bêhêzkirina DAIŞ’ê serkeftinek leşkerî ye û anî ziman ku her çiqasî navendên DAIŞ’ê hatibin tunekirin jî lê hîna şerê bi çeteyan re maye.

Votel anî ziman ku hîna erka wan a li herêmê bi dawî ne bûye û ji bo vê jî hîna hêzên wan li herêmê ne.

Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA’yê têkildarî DAIŞ’î yên biyanî jî ev tişt anî ziman;

DAIŞ’î yên biyanî û malbatên wan pirsgirêkeke zêde û ya veşartî bi xwere çêdike.

Li gorî min ev yek pirsgirêkeke sereke ya nifşê nûye jî.

Ger li ser vê baş neyê rawestandin ev yek wê di demên pêş weke gefeke nû bi xwere bêne.

Li ser pirsa gelo wê hêzên Emerîka kengê ji Sûrî derbikeve jî Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA’yê ev wiha got;

Ji bo derketina hêzên me ji Sûriyê heta niha dîrokek diyarker ne hatiye nîşan dan û ji bo vê jî zextek nîne.

Leave a Reply

Back to top button