Endonezyayê dest danî li ser keştiya petrolê ya Îranê

Endonezyayê li peravên welatên başûr rojhilatê Asyayê, bi gumana ku veguhestina petrola qaçax, du keştiyên Îran û Panamayê desteser kirin.

Saziya Ewlekariya Deryayê ya Endonezyayê ragihand ku keştiya petrolê ya Îranê û keştiya petrolê ya Panamayê doh li peravên herêma Kalîmantayê hatine tespîtkirin û ji ber bersiv nedane hişyariya radyoyê hatine rawestandin.

Rayedaran diyar kirin ku wan dest danîne ser her du keştiyên biyanî û lêpirsîn dewam dike.

Berdevkê saziyê Wîsnû Pramandîta ji ajansa AFP’ê re axivî û got,

“Personelên keştiyan di lêpirsînê de ne.”

Rayedaran diyar kirin ku personelên keştiyê bi taybetî al danîne ser herdu keştiyan.

Îran gelek caran tê sûcdarkirin ku ji bo ji pêkanînên Amerîkayê xwe vegire, bi dizî petrolê difiroşe.

DYA’ye bi rêveberiya Donald Trump di meha Cotmehê de li dijî sektora petrolê ya Îranê pêkanînên nû xistibû dewrê.

Back to top button