Piştî 6 salan, Cara yekemîn li Hecînê ezmûn pêk tên

Piştî 6 salan îro cara yekê li bajarokê Hecîn yê Dêrazorê ezmûn pêk hatin, Meclisa Gel a bajarok bi şandeyeke Desteya Perwerdê ji bo şopandina ezmûnan li ser dibistanên Hecînê geriya.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan UNICEF jî ragihand ku zêdetirî nîvê zarokên li Sûriyê bêperwerd ne.

Ji dema çeteyên DAIŞ’ê bajarokên Hecîn yê Dêrazorê dagirkirbû perwerda li dibistana hatibû qutkirin.

Lê piştî şervanên QSD’ê herêm ji çeteyan rizgar kir pêre roj bi roj barar hate avakirin û dibistanên li Hecîn ji cihên leşkerî vedugherîn cihên zanistî.

Îro jî piştî 6 salan ji tarîtiyê cara yekeme ku ezmûn li bajarokê Hecîn pêk tên.

Ev ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê ya 2020-2021’an ên qonaxên seretayî ye, ku 20`ê Çileyê dest pê kiribû û dê heta 28`ê Çileyê dewam bike.

Ji bo vê yekê jî Hevserokatiya Meclisa Gel a Hecînê tevî şandeyeke Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê, li ser dibistanên ku ezmûn lê pêk tên, geriyan û ezmûn şopandin.

Xwendekara bi navê Kerîma El-Sayir di derbarê qutbûna wan ji perwerdiyê ev anî ziman :

“Ezmûn heta niha baş derbas dibin. Em hêvî dikin ku em ji perwerdeya xwe qut nebin û em xeyalên xwe pêk bînin. Bûyerên li herêmê bandoreke mezin li me kir û hişt ku em ji xwendinê dereng bimînin. em hêvî dikin ku şer careke din li herêmê pêk neyê.”

UNICEF: Zêdetirî nîvî zarokên li Sûriyê ji perwerdeyê bêparin

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) eşkere kir ku zêdetirî 2.5 milyon zarokên li Sûriyê ji dervayî dibistanan in.

Her wiha rêxistinê ragihandin ku di hundir Sûriyê de zêdetirî 2.5 milyon zarok ji dervayî dibistanan in

û dibe ku ji ber vîrusa Coronan di sala bê de hejmara wan zêdetir bibe .

Li gorî heman rêxistinê nêzî 700 êrîş li dijî avahiyên perwerdeyê li Sûriyê pêk hatine.

Back to top button