Li Yemenê bi hezaran kes li dijî biryara xistina Husiyan a lîsta terorê meşiyan

Li dijî biryara DYA ya xistina Husiyan di nava lîsteya Terorê de, li paytexta Yemen Sana bihezaran kes daketin qadan.

Bi hezaran kesên tevlî xwepêşandanê bûyîn, tevgera li paytextê dan rawestandin.

Xwepêşandêran biryara DYA şermezarkirin û helwest nîşan dan.

11’ê Çile wezîrê Karê derve yê DYA Mike Pompeo bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew difikirin Husiyan bêxin lîsteya Terorê.

Biryar niha ji aliyê rêveberiya serokê DYA Joe Biden ve tê nirxandin.

NY jî ji bo vê yekê hişyarî dabû ku ev biryar wê krîz û aloziya jiyanî ya li welat zehmetir bike.

Back to top button