QSD`ê li gundewarên Dêrazorê û Qamişlo şaneyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê bi du operasyonan endamên şaneyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê û Qamişlo girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya QSD`ê têkildarî vê yekê daxuyaniyek da û tê de hate diyar kirin.

Ku Hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Şehîl ê gundewarê Dêrazorê û Til Hemîsê ya gundewarê Qamişlo li dijî şaneyên DAIŞ`ê du operasyon pêk anîn.

Operasyona yekekmîn di 24`ê Çileyê li bajarokê Şehîl pêk hat. û di encamê de 4 endamên şaneya terorîst hatin girtin û çekên wan jî desteser kirin.

Operasyona duyemîn di 25`ê Çileya 2021`ê de li bajarokê Til Hemîsê yê gundewarê Qamişlo pêk hat.

Di encamê de terorîstekî DAIŞ`ê ku alîkariya derketina malbatan ji kampa Holê dikir het girtin û alavên wî yên teknîkî jî desteser kirin.

Back to top button