ŞÊX HESEN: DAIŞ’Ê BI DESTEKA TIRKIYÊ CÎHAN TEHDÎD DIKIR

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen got,
DAIŞ a ku desteka xwe ji Tirkiyê digirt, li ser tevahiya cîhanê xeteriyek bû .
Gelên Bakurê Sûriyê bi pêşengtiya Kurdan li dijî DAIŞ`ê sekinînin û ew tune kirin.

 

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismet Şêx Hesen têkildarî têkçûna DAIŞ`ê ji ajansa Hewarê re axivî .

Ismet Şêx Hesen diyar kir ku DAIŞ`ê bi desteka dijminên gelê Kurd xwest Şoreşa Rojava têk bibe û bi rêya êrîşkirina Kobanê gelê Kurd qir bike.

Şêx Hesen tekez kir ku Tirkiyê aliyên sereke yên ku desteka DAIŞ`ê ji aliyên madî û manawî di şerên li dijî kurdan li Kobanê û gelek herêmên din ên Sûriyê dikir.

Hesen destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji cîhanê re isbat kir ku gelê Kurd karî li hember DAIŞ`ê bisekine û bi lehengî û vînek xurt şerê DAIŞ`ê kir.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ`ê li keleha berxwedanê û li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember DAIŞ`ê bi bîr xist.

Şêx Hesen bilêv kir ku jinên Rojhilata Navîn şerê rêxistina terorê ya herî bi hêz ku cîhan tehdîd dikir, kirin û tev li YPJ`ê bûn û ji tevahiya cîhanê re bûn mînak.

Ismet Şêx Hesen teqez kir ku serkeftina Kurdan, cîhan neçar kir ku li dora Kurdan kom bibin û paşê QSD`ê hate avakirin û wiha dewam kir:

“QSD`ê ji ciwanên pêkhateyên gelê Sûriyê ava bû û ji bo şerê li dijî zihniyata paşverû, desthildar û ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê bi Koalîsyona Navdewletî re bû hevalbend û bi serket.”

Leave a Reply

Back to top button