Îtîlafa Sûrî bikaranîna pereyê Sûriyê yê nû li herêmên dagirkirî qedexe kir

Hikumeta Demkî ya Sûriyê” bikaranîna pereyê nû yê Sûriyê ku hikumeta Şamê di vê dawiyê der derxistine, li herêmê gagirkirî qedexe kir.

”Hikumeta Demkî ya Sûriyê” ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, bi biryarnameyekê bikaranîna pereyê sûrî yê nû (2 hezar û 5 hezar), li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de qedexe kir.

Îtîlafê di demekê berê niha de, biryara bikaranîna lîreyê Tirkiyê li şûna ya Sûryê ragihandibû.

Ev yek jî girêdana hêrêmên Sûriyê ji dagirkeriyê re bi cih dike.

Back to top button