Hemdan El Ebid: Dewleta Tirk gefan li hevgirtina niştîmanî dixwe

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid piştrast kir “Ew ji nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî namînin, ji ber ku dijminê herêmê ye û gefên wê her berdewam in.” El – Ebid eşkere kir ku “Dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûriyê û Iraqê û koçkirina xwediyên axê, dixwaze armancên xwe yên mêtîngeriya Osmanî pêk bîne.” 

“Em ji nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî namînin, ji ber ku dijminê vê herêmê ye.”

Bi vê gotinê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk derket.

Piştî gefxwarên Erdogan ên êrîşkirina Şengal û Dêrikê, hêrsa gelên herêmê zêde bûye û bertekên tund li dijî wî û gefxwearinên wî derdikevin.

Hemdan El-Ebid destnîşan kir “Dewleta Tirk bi dagirkirina xaka Sûriyê û Iraqê, koçkirina xwediyên axê û pêkanîna komkujiyan, dixwaze mêtîngeriya Osmanî vegerîne.”

Dewleta Tirk dixwaze dewleta Osmanî li xaka Sûriyê û Rojhilata Navîn vegerîne.

Dixwaze xwe bike hêzeke cîhanî ku dikare dewleta Osmanî vegerîne û para xwe ji xaka Sûriye, Rojhilatê Deryaya Spî , Azerbêcanê û tevahiya cîhanê bigire.

Ji ber dijminatiya dewleta Tirk a bi projeya Rêvebriya Xweser re, xwe li ser aliyên din ferz kir, çi hikumeta Sûrî û çi jî opozisyona ku di hembêza Erdogan de û hişt ku Rêveberiya Xwser ji danîna Destûra Sûrî dûr bikeve.

El Ebid piştrast kir ku Rêveberiya Xweser li herêmê şerê artêşa bi navê Artêşa Niştîmanî nekir lê belê şerê terorê kir.

Rêveberiya Xweser ji destpêka aloziya Sûriyê ve, xeta sêyem hilbijart. Ji ber wê, ew Opozisyoneke Niştîmanî ye.

Bila cîhan tev û hemû Sûrî bi bîra xwe bînin, Rêvebriya Xweser şerê opozisyona bi navê Artêşa Niştîmanî nekir, lê belê şerê terorê kir ji ber neçar ma ku şerê wê bike.

Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk li gorî pîvanên îmzekirî tev nagere, rêzê ji dewletên derdorê re nagire, her tim destwerdan û gefan dixwe, lewma ji nêzîkatiyên dewleta Tirk matmayî namînin, ji ber dijminê vê herêmê ye.

Dawiyê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid tekez kir ew xwedî maf in û ji mafê wan e li hember dewleta Tirk û çi dagirkerên ku dixwazin xaka wan dagir bikin, parastina xwe bikin.

Back to top button