BERPIRSÊ PROPAGANDA YA DAIŞ’Ê YÊ ALMANÎ HAT KUŞTIN

Eşkere bû ku berpirsê propaganda DAÎŞ’ê yê Alman Christian Emde ku bi salan karê propagandayê yê çeteyên DAÎŞ’ê dikir û di gelek dîmenan de bi çalakiyên terorê gef li welatên rojavayî dixwar, di operasyonên YPG’ê yên li rojhilatê Sûriyê miriye.

 

Christian Emde li Almanyayê çeteyê DAÎŞ’ê yê herî naskirî bû.

Sala 2003’an eşkere kir ku ew bûye Misilman û piştî ku bi salan di nava komên tundraw de ma, ji bo tevlî damezrandina DAÎŞ’ê bibe ji eyaleta NRW’ê berê xwe da Iraq û Sûriyê.

Emde sala 2014’an ji aliyê raya giştî ya Alman ve hate naskirin.

Çeteyê DAÎŞ’ê Emde wê demê ji rojnamevanê Alman Jurgen Todenhoefen re axivîbû û gotibû,

“Dewleta Alman demeke dirêj e li dijî Îslamê şer dike.

Ji ber vê yekê divê Almanya zanibe ku çalakiyên terorê wê li Almanyayê jî bên kirin.”

Christian Emde demeke dirêj karê propaganda DAÎŞ’ê dikir û bi dîmenên ku li ser înternetê diweşand gefa çalakiyên terorê li welatên rojavayî dixwar.

Eşkere bû ku Emde dawiya sala 2018’an di operasyonên YPG/QSD’ê de yên li herêmên rojhilatê Sûriyeyê hatiye kuştin.

Rojnameya Bild di nûçeya xwe de ragihand ku Emde ne sax e û Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) jî li gorî agahiyê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtî, nûçeya Bîldê piştrast kir.

Li gorî agahiyeke din a ku di medya Alman de cih digire, di operasyonên dawî yên QSD’ê de yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, hevser Emde ya Sûriyî û zarokên wê teslîm bûne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di demên dawiyê de bi hezaran malbatên çeteyan xwe radestî şervanên QSD’ê kiribûn.

Ev radestkirin heta roja îro jî dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button