Berdevkê Koalîsyona Navdewletî yê li Bakur û Rojhilatê Sûrî Wayne Marotto roja rizgarkirina Kobanê pîroz kir.
Wayne Marotto rizgarkirina Kobanê ji nav lepên DAIŞ’ê, bi peyameke du-zimanî pîroz kir.
Marotto got:
Îro roja azadkirina Kobanê ye.
Di 26’ê Çileya 2015’an de şervanên Kurd bi piştgiriya asîmanî ya CJTFOIR, Kobanê azad kir û têkçûna DAIŞ baş nîşanî hemû cîhanê dan. Armanca wan a stratejîk jî red kir.
Berdevkê Koalsîyona Navdewletî Wayne Marotto teqez kir ku Kurd hevkarine jîr û pêbawer in.