Li çolistana Sûriyê, operasyonên artêşa hikûmeta Şamê li dijî DAIŞ’ê, berdewam in…herî dawî 13 çete û 5 leşkerên hikûmetê, hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şer li çolistana Dêra Zorê, di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da.
Di encamê de, 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin
Di heman demê de, ji ber êrîşên balafirên Rûsî, heta niha 13 çeteyên DAIŞ’ê hatine kştin
Çavdêriyê diyar kir ku ji beriya 2 rojan û heta niha 130 êrîşên asîmanî ji hêla Rûsan ve, pêk hatine.