Brîtanya: Divê Komîteya Leşkerî ya hevbeş pabendî bendên peymana Cinêvê bibe

Balyozxaneya Brîtanî li Lîbyayê bang li Komîteya Leşkerî ya Hevbeş kir ku pabendî bendên lihevkirina Cinêv ên pêkanîna agirbestê bibin

Balyozxaneyê her wiha bang li Komîteyê kir ku rijd bin li ser derxistina tevahî çete, leşkerên Tirkî û hêzên biyanî ji xaka Lîbî, da ev gav; aliyan ber bi agirbesteke mayînde ve bibe.

Peymana Cinêvê ya ku di navbera hikûmeta Wîfaq û Artêşa Lîbî ya Nîştimanî de hatibû îmzekirin, di rawestandina şer û pevguhartina dîlan de bi ser ket, lê di derxistina hêzên biyanî û çeteyên Tirkiyê de “digel bidawîbûna muhleta Şemiya borî”, têk çû.

Back to top button