MUSENA EMÎN: PÊWISTIYA ME BI MANA HÊZÊN CÎRAN TUNEYE

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan li parlamentoya Iraqê Musena Emîn, mayîna hêzên biyanî li ser xaka Iraqê ne-yasayî binavkir û diyar kir ku divê di zûtirîn dem de ev hêz ji xaka Iraqê derkevin.

 

Musena Emîn têkildarî nêrîna partiya xwe ya li ser hebûna hêzên biyanî li ser xaka Irqê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Li gorî me nabe ku tu hêzêk biyanî li ser xaka Iraqê bimîne.

Bi taybetî jî pêwîstiya me bi mayîna hêzên dewletên cîran tune ye ku li vir bimînin.”

Emîn li ser bê-helwestiya li beramberî dagirkeriyên Tirkiye jî ev tişt anî ziman;

“Helwest hebûn,lê bi qasî tê xwestin helwest tune ye.

Me her tim êrîş şermezar kirine.

Me her tim jî gotiye ku nabe xaka Iraqê were armanc-girtin ji bo êrîşên leşkerî û welatiyên me werin kuştin.”

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan li parlamentoya Iraqê Musena Emîn êrîşên hewayî yên dagirkeriya Tirkiyê bi bîrxist û diyar kir ku bi vî awayî serweriya xaka Iraqê tê binpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button