Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qasî rizgarkirina Kobanê girîng e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 6’an a Serketina Berxwedana Kobanê diyar kir, Berxwedana Kobanê mîrateya cîhanê ye û got, “Rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bi qasî rizgarkirina Kobanê girîng e.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 6’an a serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileyê 2015`an de, destpêka têkçûna DAIŞ`ê bû. Piştî ku berxwedana Kobanê veguherî destanekê, serkeftin li pey hev pêk hatin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina herêmên xwe ji Kobanê heta tunekirina DAIŞ`ê di 23`ê Adara 2019`an de li Baxozê, ji wê berxwedanê hêz girtin.”

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kirku serketina ku li Kobanê hate bidestxistin mîrasa tevahiya cîhanê û mirovahî ye û wiha dewam kir,

“Berxwedana Kobanê ji bo pêkanîna projeya dagirkirin û berferhkirinê bû asteng, berxwedana Kobanê bû destanek lehengiyê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin, piştgiriya dewleta Tirk a ku bi terorê re dewam dike li ser desketiyên ku li dijî DAIŞ’ê hatine bidestxistin xeteriye û divê li dijî vê yekê helwest bê nîşandan.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku girîngiya rizgarkirina herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi qasî rizgarkirina Kobanê girîng in.

Rêveberiya Xweser bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo gihiştina serketin, civakek demokratîk û aramiyê li ser xeta berxwedana Kobanê, Efrîn û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimeşin.

Back to top button