Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 6`emîn a serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyek da.
Fermandariya YPG`ê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê bû hêviyeke mezin û wiha got,
“Bi pêşengtiya hêzên me berxwedaneke bêhempa hat meşandin û ev serkeftin diyarî cîhanê hate kirin. Piştî serkeftina berxwedana Kobanê, bi gelek pêngavên dîrokî, herî dawî di 2019`an de li Baxozê DAIŞ di aliyê cografîk de hate tunekirin.”
Fermandariya Giştî ya YPG`ê diyar kir zihniyeta DAIŞ`ê û zihniyeta ku îro pê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine yek e da zanîn wê bi ruhê berxwedana Kobanê li hemberî her cure dagirkeriyê bi biryardariyeke mezin têbikoşin.