Serokwezîrê Îtalya Conte Îstifaya xwe û hikumetê pêşkêşî serokomar kir

Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar Sergîo Mattarella kir.

Serokomar Mattarella, serê sibehê pêşwazî li Serokwezîr kir.

Conte di vê hevdîtinê de îstifaya xwe û ya hikumetê pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Serokomar ji bo biryarê bide wê demekê veqetîne, hikumet jî ji bo karên rojane bimeşîne wê li ser wezîfeyê bimîne.”

Hikumeta Conte salek û çar meh in li ser wezîfeyê bû.

Rojên dawî îstifaya hikumetê dihate nîqaşkirin.

Tê gotin, îstifa -yekane rêya li ber Conte bû.

Piştî dengdana pêbaweriyê ya 19’ê Çileyê hikumet tengav bûbû.

Conte ku li bendê ye Serokomar wî ji nûve wezîfedar bike, ji sala 2018’an ve dixwaze koalîsyona sêyemîn ava bike.

Tê gotin îstifa jî ji bo avakirina koalîsyona nû ye.

Back to top button