Şandeyek payebilin a Talîbanê li Îranê ye

Talîban ya bi hikumeta Efxanîstanê re pêvajoya aştiyê dane despêkirin, li ser vexwendina Îranê çûnTehranê.

Di nava şandeya Talîbanê de ji asta herî jor beşdar hene.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Îranê Seyîd Xetîbzade di daxuyaniya nivskî ya weşandî de ragihand ku şandeya Talîban ya bi serkêşiya Serokê navenda Siyasî ya Talîban Mola Ebdulxanî Berader serdana Tehranê kiriye.

Seyîd Xetîbzade diyar kir ku ev serdan li ser daxwaza wezareta Derve ya Îranê pêk hatiye.

Xetîbzade dazanîn ku tevî Wezîrê Derve Mihemed Cewad Zerîf wê şande li gel rêveberên payebilind yên Îranê bicivin.

Berdevkê Îranê daxuyakirin ku wê di cîvînana de li ser pêvajoya aştiyê ku di navbera Talîban û hikumeta Efxanîstanê de agahî werin parvekirin û şêwir pêk werin.

Back to top button