Kargeha yekemîn a çêkirina zeyta xwarinê li Qamişlo hat vekirin

Îro Desteya aborî û çandiniyê a rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî yekem kargeh ya zeyta xwarinê li gundê Melasibatê yê Qamişlo vekir.

Kargeha zeyta xwarinê bi merasîmekê ji aliyê rêveberiya xweser û hejmarek ji xelkên herêmê hat vekirin.

Ev yekem kargehe ku li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê rêveberiya xweser ve li gundê Melasibatê yê Qamişlo hat vekirin.

Ev kargeh wê gelek cûreyên zeyta xwarinê çêke.

Rojane wê ev kargeh bêtirî 300 ton zeyt çêke û wê derdora 300 kes lê bixebitin.

Hevserokê desteya çandinî û aboriyê ya rêveberiya xweser Selman Barûdo di derabarê mjiarê de diyar kir ku ev ji bo rêveberiya xweser serkeftinek e.

Back to top button