di nava 23 salan de 28 trilyon ton qeşa heliya

Pileya germaniya gerdunê bilind dibe.
Çiyayên qeşayê êdî yek bi yek dihelin.
1990 di salê de, 0,8 trilyon ton qeşa diheliya.
Ev rêje di sala 2017’an de, gihişt, 1,2 trilyonî.
Di nava 23 salan de li seranserê cihanê 28 trilyon ton qeşa heliya.
Li aliyekî din DYA ragihand ku ew careke din li peymana têkoşîna avhewayê vegeriyene.

Ajansa Feza ya Ewropa (ESA) di lêkolîna ku dayî meşandin de, derket holê ku qeşaya li cihanê di asta herî jor de dihele û her ku diçe ev yek zêdetir dibe.

Encama lêkolînê doh di kovara The Cryosphere de bi raya giştî re hate parvekirin.

Li gorî encama lêkolînê, di navbera 1994 heta 2017’an de, bi giştî li ser erdê 28 trilyon ton qeşa heliyaye.

Ev rêje tê wateya herêmeke bi qasî Îngilistanê û storahiya 100 metreyî.

1990’an her salî bi qasî 0,8 trilyon ton qeşa diyeliya.

Ev rêje di sala 2017’an de, gihişt 1,2 trilyon ton qeşayî.

Lêkolîner dibêjin, 1 trilyon ton qeşa di rengê xwe yê çargoşe de, wê bilindahiya Çiyayê Everest jî derbas bike.

Li aliyekî din zanyar diyar dikin ku her ku diçe rêjeya helana qeşayê zêde dibe, atmosfer û oqyanûs germ dibin.

Tê gotin, ev yek wê herî zêde bandorê li ser cihên li perevên deryayê bikin.

Tevî rewşa heyî serokên welatên cîhanê di dawiya salê de wê li bajarê Glasgow yê Îskoçya Konferansa Avhewa ya Cîhanê COP bicivin.

Beriya civînê, 26’ê mehê ji bo amadekariyê wê lûtkeyek ku du rojan bidome pêk were.

Doh di civîna Lûtkeya hevahengiya Avhewayê de, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokewzîrê Îngilistan Boris Johnson, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Nûnerê DYA taybet bi Avhewa John Kerry amade bûn.

Kerry keyfxweşiya xwe ya ji ber beşdarbûna welatê wî di vê pêngavê de kir û got:

Ji ber 3 salên derbas bûyî welatê me gavek neavêt xemgînim.

Lê ji bo 4 salên li pêşiya me tişta ji destê me were emê bikin.

Back to top button