YAGIZ JI ÇALAKGERÊN JIN RE NAME ŞAND

Bexwedana çalagerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li başurê Kurdistanê jî bi biryardariyeke xurt dewam dike.
Çalakiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz di roja 108’an de ye.
Yagiz ji bo Leyla Guven der dibêje, heta têkoşerên mîna te hebin wê serkeftin ya gelê kurd be.
Her wiha Parlementera Nifşê Nû Yusra Receb jî serdana çalakgerên li Silêmaniyê kir.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 108’an bi dewrgirtina koma 54’an didome.

Endama Nûnertiya HDP’ê Mizgîn Arî di merasîma dewirgirtinê de 8’ê Adarê di serî de li jinên şoreşger û kedkar ên li çeperên têkoşînê li ber xwe dide pîroz kir û got:

8’ê Adarê bû dengê hemû jinên li azadiyê digerin.

Berxwedana Endamê Meclisa HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 108’an de ye.

Her ku diçe rewşa tendirustiyê ya Nasir Yagiz giran dibe.

Nasir niha gihiştiye wê astê ku nekar e rabe ser xwe jî.

https://anfkurdi.com/kurdistan/nasir-yagiz-ji-calakgeren-jin-re-name-sand-110183

Nasir Yagiz bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, nameyek ji Leyla Guven a ku bûye sembola çalakiya greva birçîbûnê re şand.

Yagiz di nameya xwe de got, heta têkoşerên wek Leyla hebin wê serkeftin her ya gelê kurd be.

PARLAMENTERA NIFŞÊ NÛ SERDANA ÇALAKGERÊN LI SILÊMANIYÊ KIR

Çalakiya greva dorveger a li Silêmaniyê jî di roja 85’an de ye.

Çalaki ji aliyê koma 43’an ve didome.

Parlamentera Firaksiyona Nifşê Nû ya li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep serdana çalavkanên gireva birçîbûnê yên li Silêmaniyê kir.

Yusra Recep di serdanê de piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê anî ziman û destnîşan kir ku ew gelekî girîngiyê didin vê çalakiyê û tişta ji destê wan were dê bikin.

ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 83’AN DE YE

Her wiha çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Fadîle Tok jî di roja 48’an de bibiryardarî didome.

Saziya Civaka Îslamî ya Kurdistanê(CÎK) ya Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) serdana çalekgerên di greva birçîbûnê de kir.

Mele Mihyedîn axivî û serkeftin ji bo tevayî çalekvanan xwest û got:

Em beriya her tiştî silavên xwe ji bo Rêbertî û hemû çalekvanên digreva birçîbûnê de li berxwe didin re rêdikîn û em piştgiriya xwe ji bo çalekvana destnîşan dikin.

Leave a Reply

Back to top button