Rûspiyên Dêra Zorê: Em xwe ji erka xweparastinê nadin alî..em ê berî ciwanan tevlî bibin

Rûspiyên Dêra Zorê destnîşan kir ku erka xweparastinê mafek e û divê hemû ciwanên vê yekê pêk bînin, ji ber divê herêm ji hewldanên têkbirina ewlehiyê were parastin. Rûspiyan biryara Nivîsgeha Parastinê ya girêdayî erkdarkirina ciwanên Dêra Zorî erênî nirxand û banga hevgirtina bi QSD’ê re kir.

Bi armanca parastina ewlehiya herêmê û destekdayîna bi QSD’ê re, Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Dêra Zorê piştî şêwira bi rûspiyan re, di 10’ê Kanûna borî de biryara erkdarkirina ciwanên Dêra Zorê da.

Li gorî biryarê, divê ciwanên 18 sal temam kirine, vê erkê bi cih bînin.

Di vê çarçoveyê de, Berdevkê êla Merasme ya Dêra Zorê Ebûd El-Hisên El-Mersûmî, ev biryar, biryareke durist dît, ji ber li gorî wî, dê ev gav herêmê ji xeteriyan biparêze.

Erka xweparastin, erkek nîştimanî û exlaqî ye. Divê her kes sînorên welat, gel, sazî, civak û jiyana hevbeş biparêze.

Îro ji her demê bêhtir, pêwîstiya me bi parastinê heye, divê destkeftiyên ku li herêmên me hatine bidestxistin, werin parastin.

Eger me neparast, wê kî biparêze?!

Em bi biryarê re ne û tu pirsgirêka me pê re tune ye.

El-Mersûmî bang li ciwanên Dêra Zorê kir ku xwe nedin alî, ji ber ku parastina herêmê, erka hemûyan e.

Rûspiyê êla Şiêtat Bessam El-Etwan jî ev biryar erênî nirxand û teqez kir ku ew amade ne beriya ciwanan vê erkê bigirin ser xwe.

Ev biryareke durist û tiştekî asayî ye, ji ber divê em xwe biparêzin.

Dema ciwanên her gundekî warê xwe biparêzin, wê asta binpêkirinên ewlehiyê yên ku rû didin kêm bibe.

Ji ber ku ew erdnîgarî û niştecihên herêmê nas dikin.

El-Etwan bang li ciwanan kir ku tevlî vê biryarê bibin, ji ber şaneyên veşartî çalak bûne. Rûspî, kesayetên civakî û şervanên QSD’ê dikin hedef.

Herî dawî jî du jinên ku cihê xwe di Meclisa Til el-Şayir a Dişîşayê digirtin, bûbûn armanca van şaneyan.

Her wiha rûspiyê eşîra El-Neîm, Elî Şêx Salih piştrast kir ku QSD’ê nûnertiya wan dike, ji ber ku hêza tekane ya herêm rizgar kir û diparêze, ye.

Em hêvî dikin ku êlên Ereb û rûspiyên li herêmên di bin kontrola dagirkeriya Tirk de, bibin yek. Ji ber ku ew ax axa me ye û çete lê ne.

QSD’ê jî nûnertiya me dike.

Back to top button