Hevserokê PJAK: Şerê azadîxwaziyê desthilata Îranê ditirsîne

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî bal kişand ser zext û girtinên dema dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku Îran bi girtinan dixwaze gel bitirsîne, lê Moînî teqez kir ku ev rêbaz wê encam negere û tekane çareserî, ew e ku Îran ji bo guhertineke demokratîk gavan bavêje.

Ev demek e Rejîma Îranê zêdeyî 40 Kurdên welatparêz binçav kiriye û ti agahî ji wan nayê girtin.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê Siyamend Moînî der barê pêla girtina Kurdan û rola wan û gelên Îranê ya di vê pêvajoya dîrokî de ji ajansa nûçeyan Firatê re axivî.

Hevserokê PJAK’ê diyar kir ku rejîma Îranê bi girtina çalakvanên sivîl, siyasî û jîngehparêz ên li Rojhilatê Kurdistanê, armanc dike tirsê bixê dilê gelê Kurdistan û Îranê.

Siyamend Moînî got:

“Li hemberî van êrîşan pêwîst e gelê Kurd bi yekrêzî xwe biparêze û li dijî wê destdirêjiya desthilatdarên Îranê ya li ser civaka Kurdistanê, bêxem û helwest nebe.

Divê bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan bide û ji desthilatdarên şovenîst re îsbat bikin ku ew bindestiyê qebûl nake.

“Divê gelên Îranê xwe ji bo guhertineke siberojê amade bikin”

Pêwîst e gel li dora paradîgma azadiyê xwe bi rêxistin bike û ji bo guhertinên paşerojê xwe amade bike.”

Siyamend Moînî diyar kir ku eger Îran ji bo guhertinên demokratîk gavan navêje, wê rewş xirabtir bibe.

Hevserokê PJAK’ê destnîşan kir ku gelên Îranê taybet jî Kurd di guhertina pergalê de bi-rijd in û bihatina Biden re jî, diyar e wê guhertinek di Îranê de çêbibe. Lewma wî, pêdivî pê dît ku Kurdên Rojhilat xwe ji pêvajoyekî nû re amade bikin.

Moînî da zanîn ku pirsgirêka Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêkek siyasî ye û pêwîst e bê çareserkirin û bi gotina:

“Ji bo erdnîgariya Îranê, pergala herî guncav Rêveberiya Demokratîk e, divê Îran ji vê pergalê netirse û gavan bavêje.” bi dawî kir.

Back to top button