7 rêxistinên Ewropî şehîdxistina herdu jinên Meclisa Til el-Şayir şermezrar kir

7 rêxistinên Ewropayê bang li jinan kiru tev li pêngava “100 sedem ji bo darizandina dîktator Erdogan” bibin. 

7 rêxistinên Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar, şehîdxistina berpirsên jin ên Meclisa Til el-Şayir Seida Feysal El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir.

Rêxistinan diyar kir ku jinên di siyaset û rêxistinên civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar dikin, şoreşeke zindî ne û teqez kir ku ev bûyer dikeve çarçoveya rêzebûyerên kuştina sîstematîk a jinên pêşeng.

Rêxistinên Ewropayê got:

“Êşa ku em li ber vê hovîtiyê hîs dikin rast e. Ew êş bi xwe nîşaneke ku em ji hev ne qut in, em di jiyanê de, bi evîn û têkoşîna xwe girêdayî ne û em qet nahêlin ku sînorê me ji hev veqetînin.”

Back to top button