Daraza dewleta Tirk a dagirker biryara girtina Berdevka Tevgera Jinên Azad-TJA’ê Eyşe Gokkan da.
Daraza rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Bakurê Kurdistanê ev demek e li dijî pêşengên gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî daye destpêkirin.
Daraza Tirkiyê îro jî bi îdîaya rêveberî û endamtiya rêxistinê, biryara girtina berdevka Tevgera Jinên Azad- TJA’ê Eyşe Gokkan da.
Parêzerê Eyşe di rûniştinê de amade bû û bertek nîşanê biryarê da, ku “delîlên ji bo girtinê tên nîşandayîn ne rast in û biryar siyasî ye”.
21 Kanûnê jî, hevseroka Koma Civaka Demokraîtk-KCD’ê Leyla Guven bi heman idiayê hatibû girtin.