Li Şehbayê di encama teqîna mayîneke bermahiyên DAIŞ’ê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Mihemed Ezîz Hisên ê 15 salî, ku ji koçberên Efrînê ye, dema ku pez li nêzî bajarokê El-Zehra diçêrand, mayîn pê de teqiya.
2’ê Kanûna 2020’an jî, li heman herêmê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi zarokekî 6 salî ve teqiyabû û di encama vê yekê de, jiyana xwe ji dest dabû.