Putin projeqanûnek bo dirêjkirina “New Start” radestî parlamenê kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin projeqanûnek ji bo dirêjkirina hevpeymana “New Start” heya 5 salên din digel Amerîkayê, radestî parlamenê kir.

Li gorî Koşka Spî, ev yek piştî peywendiya telefonî ya yekem a Putin û Biden pêk hat.

Herdu serokan di peywendiyê de dozên kêmkirina çekdarkirin û êrîşên elektronîk, her wiha padaştên (reward) Moskoyê bo armanckirina hêzên Amerîkî li Efxanistanê, hatin nîqaşkirin.

Hevpeymana “New Start” sala 2010’an li paytexta Çekya Prag hatibû îmzekirin.

Li gorî wê, nabe herdu dewlet serikên nuklerî yên stratejîk, zêdeyî hezar û 550 serikî bi kar bînin.

Back to top button