HIKMET HEBÎB: DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ ITÎRAFÊ BI RÊVEBERIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BIKE

Endamê desteya hevserokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku divê civaka navdewletî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fermî nas bike.
Hebîb balkişand li ser metirsiyên li herêmê jî û got:
Ji ber xeteriyên li ser herêmê pêwîst e Rejîma Sûriyê bi awayekî cidî diyalogê bi Rêveberiya Xwesere re çêbike.

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb têkildarî peywendiyên di navbera Rêveberiya xwesr û rêjîma sûriyê de axivî.

Hikmet Hebîb anî ziman divê civaka navdewletî itîraf û piştgiriya rêveberiya wan bikin ku bi keda şehîdan hatiye avakirin.

Hebîb destnîşan kir ku Tirk a dagirker hewl dide li dijî hêviyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekinin û got:

“Em wek MSD projeyên me yên neteweyî hene û em nûnertiya projeyên kesekî din nakin.

Beriya ku dem derbas bibe pêwîst e rejîma Sûriyê bi awayekî cidî diyalogê bi Rêveberiya bakur û rojhilatê sûriyê bike.

Ji ber ku projeyên xeternak li ser herêmê hene.

Mijara avakirina herêma ewle ku qala wê tê kirin, divê di bin parastina navdewletî de û bi hevkariya QSD`ê be.

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku bi awayekî domdar piştgiriya Rêveberiya Xweser bike da ku fikr û hişmendiya DAIŞ`ê tune bibe.

Leave a Reply

Back to top button