Kenya..Gundê hevgirtina jinan Ûmoja

Li nava civakên ku sîstema baviksalariyê lê serdest e û bi her rengî tundî û destdirêjî li jinê dibe, mînakên rêxistinbûna jiyana azad a jinan jî hene. Gundê Ûmoja, ji aliyê jinên ku rastî destdirêjiyê li Kenyayê hatine, hatiye avakirin û ji bo gelek gundên jinan bû mînak.

Leşkerên Îngilîz, di navbera salên 1965’an û 2002’an de li Kenyayê tevlî gelek şeran bûn.

Derkete holê ku van leşkeran di nava 30 salan de destdirêjî li sedan jinan kirine.

Beşek ji van jinan, ji sala 1990’î û pê ve biryar dan ku ji xwe re wargehekê ava bikin.

Di van wargehan de tenê jin lê diman û hebûna mêran lê qedexe kirin.

Ji nava wan 15 jinan, sala 1990’î rêxistinbûnek bi navê Koma Jinê ya Ûmoja ava kirin.

Wan hewl dan ji jinên ku bi zorê hatine zewicandin, jinên ku rastî tundiyê tên û yên ku destdirêjî li wan hatiye kirin, bibin alîkar.

Ûmoja di zimanê Swahîlî de tê wateya ‘yekîti’yê.

Endamên Koma Ûmoja, li Kenyayê ji sedî 45 jinên ku rastî tundî û destdirêjiyê hatine ne.

Jinên vî gundî li hember hişmendiya pergalê rabûn

Her ku vê komê karên serketî dikir, gefên li ser wan jî zêde dibûn.

Li ser vê yekê komê ji neçarî biryar da ku dest bi rêxistinbûneke cûda bikin.

Gundê Jinê yê Ûmoja, ku bi 300 kîlometreyî dûrî paytext Naîrobî ye, bêguman bi hêsanî ava nebû.

Ev gund ji bo jinên ku li dijî sîstema baviksalarî û pratîka dijminatiya wê ya li jinê derdikevin, bû hêviyeke mezin.

Ji bilî Ûmoja, li herêmê 3 komînên cûda yên jinê ava bûne û li her yek ji van bi dehan jin dijîn.

Ev yek jî ji bo jinên li malên xwe ne, di mijara zanekirinê de xwedî roleke girîng in.

Back to top button