Dagirkeran bi ser gundê Kaxrê yê Mabata ve girt û gelek kes revandin

Dagirkeran li Mabata bi ser gundê Kaxrê de girtin û gelek sivîl revandin.
Dagirkeran li Raco jî 130 darên din birîn.

Îro, Di serê vê sibehê de çeteyan bi ser gundê Kaxirê yê Mabatayê girt û gelek sivîl revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Piştî erebeyeke çeteyên El-Emşat hate şewitandin, gund hat dorpêçkirin û çeteyan nîvê şêniyên gund revandin û bi giranî êşkence kirin.

hat diyar kirin ku çeteyan qedexeya derketina derve li gund ferz kir.

Bazarganên Tirk ji çeteyan mal û milkên Efrîniyan dikirin

Di çarçova siyaseta Tirkkirina Efrînê û guhertina demografiyê de, bazirganên bi eslê xwe Tirk in erd, dezgeh û avahiyên şêniyên Efrînê, ji çeteyan dikirin.

Li gorî Malpera Afrinpost, bazirganên Tirk Çeteyên dewleta Tirk mal û milkê şêniyên Efrînê yên kocber û yên bi darê zorê ji şêniyên mane destserkirine, dikirin.

Malperê diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê, çeteyan erdekî li navenda Efrînê yê malbat Xubarî destserkiribû, firotin bazarganên Tirk.

Dagirkeran 130 darên berû li navçeya Raco birîn

Ji bo bazirganiya êzingan, çeteyan li navçeya Raco 130 darên daristanî yên ji cureya Beruya Romî birîn.

Li herêma Efrînê dara Beru bi navê Gêlberî tê nasîn û weka dareke dîrokî ye.

Her weha di çanda şêniyên Efrînê de xwedî cihekî taybet e.

Back to top button