Îranê gefên Îsraîlê “bê nirx” binav kir

Di navbera Îsraîl û Îranê de, peyamên derxistina şerekî ji her demê zêdetir bûye.
Serokerkanê artêşa Îsraîlê fermana amadebûna êrîşeke li dijî Îranê da.
Îran dibêje li dijî her êrîşekê ewê xwe biparêzin.

Piştî helwesta rêveberiya nû ya DYA bi serokatiya Joe Biden ya peymana nûkleerî bi Îranê re diyar bû, Îsraîl ketiye tevgerê.

Serokerkanê artêşa Îsraîlê Avîv Kochavî Biden hişyar kir û got,

Ger pêwist bike li dijî metirsiya heyî ewê bi tenê amade ne êrîşî Îranê bikin.

Tevî palnên heyî Kochavî diyar kir ku wê di nava salê de planên li pêşiya xwe danîne jî pêk bînin.

Serokerkanê artêşa Îsraîlê fermana amadebûna şerekî li dijî Îranê da

Nivîsgeha serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî têkildarî gefên Îsraîlê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Îranê gefên Îsraîlê bi “bê nirx” binav kir.

Nivîsgehê da zanîn ku ev daxuyanî di çarçoveya şerê psîkolojîk ê Îsraîlê de ye.

Back to top button