Xelkên Şengalê bi meşekê gefên dewleta Tirk û helwesta Iraqê şermezar kirin

Li bajaroka Sinûnê ya Şengalê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşek hate lidarxistin. Şengaliyan diyar kirin ku ewê bi hêza xwe ya xweser li hember her cure êrîşan li ber xwe bidin.

Ji 9’ê cotmeha 2020’an vir ve li ser Şengalê planeke dagirkirinê ya nû heye.

Ev plana ku PDK, dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê tê de cih digirin bi serdan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulisî Akar şêmber tir bû.

Piştî serdana Hulisî Akar Erdogan ê dagirker jî bi daxuyaniyekî gefa dagirkirinê li Şengalê xwar.

Xelkên Şengalê îro li navçeya Sinûnê ya Şengalê meşek pêk anîn û gef û planên li ser Şengalê şermezar kirin.

Meş ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hate organîze kirin. Gelek welatiyên Êzidî, serokeşîr û kesayetên Şengalê tevlî meşê bûn

Girseya gel li ber avahiya Meclisa Gel a Sûnûnê heya rêya sereke ya Sinûnê meşiyan û li wir daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyên de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku li serweriya xwe xwedî derkeve û rê nede ku dewleta Tirk a dagirker axa Iraqê dagir bike.

Welatiyên Şengalê : Emê li dijî êrîşan xwe biparêzin

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku wê xelkê Şengalê li hemberî her cûre êrîş û gefan bêdeng nemînin û wiha hate gotin:

“Li Şengalê hêzên me yên parastinê hene. Zarokên vê axa ne. Hêzên me ew hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şerkirin û niha tevahiya Şengalê diparêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya Êzidiyan û pêkhateyên Şengalê hate kirin ku li dijî gefan bibin yek.

Back to top button