Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi merasîmekî şehîd Avesta Xabûr bi bîr anî

Şervanên YPJ’ê îro bi merasîmekê Avesta Xabûr bibîranîn. Di merasîmê de hate gotin, “weke şopdarên Avesta, Arîn û Rêvanan em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Îro 3’emîn salvegera şahadeta Avesta Xabûr e.

Yekîneyên Parastian Jin bi merasîmekî Ş. Avesta Xabûr bibîr anî.

Di merasîma bibîranînê de fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat axivî.

Sosin Bîrhat di şexsê şehîd Avesta de hemû şehîdên azadiyê bibîranî û diyar kir ku Avesta bi bedena xwe, bi rih û mejiyê xwe li hember dagirkeriyê sekinî û ji jinan re bû hêz.

Sosin Bîrhat diyar kir ku dîroka jina berxwedêr îro bi ruhê Avesta careke din di kesayeta YPJ’ê de zîndî dibe.

Sosin Bîrhat wiha got:

“Îro jî Dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê, Kobenê, Til Temirê, Eyn Îsayê di heman demê de li bajarê Dêrik û Şengalê gefan dixwe.

Dewleta Tirk bi awayê herî hovane êrîşê tîne ser jin, zarok, kal û xwezaya herêma me.

Lê em şopdarên şehîdan in û di vê serdema nû de jî erkên me yên sereke rizgarkirina welat û parastina ye.

Ji ber wê jî em ê bi têkoşîna xwe êrîşên dewleta Tirk a faşist bişkînin.”

Fermandar Sosin roja serketina berxwedana Kobanê pîroz kir û diyar kir ku çawa wan di rizgarkirina Kobanê de roleke sereke lîstin û bûn sembola serkeftina kobanê. wê di rizgarkirina heremên dagirkirî de jî bi rola xwe ya sereke rabin.

Merasîm bi sloganên “Bijî Serok APO, Bijî Berxwedana Serdemê, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Back to top button