Cîhan Xedro: Armanckirina herdu jinan armanckirina azadiya jinan e

Şehîdxistina herdu jinên bajarokê Til Şayir, ji aliyê gelên herêmê ve rastî nerzabînên tund tê. Cîhan Xedro ku Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye dibêje “Armanca kuştina Seide El-Hermas û Hind El-Xidêr ew e projeya demokratîk ku tê de azadiya jinan di radeya yekemîn de ye, têk biçe.”

Çeteyên DAIŞ’ê bi planên xwe yên têkçûyî, hîna hewl didin projeya demokratîk ku gihştiye asteke herî bilind, bi armanckrina jinên pêşeng, têk bibin.

Lê her carê jî, ev hewldanên wan bi awayekî neyînî li wan dizivirin û rastî têkoşîn û gavên xurtir tên.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro şehîdxistina herdu jinên Meclisa Bajarokê Til Şayir Seide El-Hermas û Hind El-Xidêr weke armanckirina azadiya hemû jinan bi nav kir.

Armanca sereke jê, derxistina tevlihevî, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û xistina tirsê di dilê wan jinên ku cihên xwe di nava xebatên Rêveberiya Xweser de digirin e.

Hemû dizanin jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahiya cîhanê re bûye mînak, lewra dijminên projeya Rêveberiya Xweser, çi dewleta Tirk, çi şaneyên veşartî yên li herêmê û çi jî Rêjîma Sûriyê be, armanc dikin vê projeyê têk bibin.

Cîhan bal kişand ser tevlîbûna jinan di projeya Rêveberiya Xweser de bi taybet jinên Ereb û behsa sedema armanckirina wan kir.

Ji destpêka rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser destê (QSD) jin, nemaze ên Ereb bi rêjeyeke mezin tev li projeya li herêmê bûn. Ji ber wê û ji ber destkeftiyên ku di şoreşê de bi dest xistine, bûne armanca dijminan.

Hebûna jinan di tevahiya nivîsgeh, deste û komîteyên Rêvebriya Xweser de ev proje ji proje û pergalên din cudatir kir. Ji lew re di radeya yekemîn de jina bi rêxistinkirî ya serkeftî û pêşeng dikin armanc.

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xedro eşkere kir ku dewleta Tirk, DAIŞ û û gelek komên din hewl didin vîna xurt a jinan têk bibin û dawiyê soza şopandina rêya jinên şehîd ku ji bo azadiya herêmê û azadiya jinan şehîd bûn, da.

Back to top button