MSD’ê banga avakirina komîteyek şopandinê kir

MSDê di encamnameya panelên li Heleb û Şehbayê de banga avakirina komîteyeke şopandinê ya bi serpereştiya MSD û rêxistinên navneteweyî kir, da ku sûcên ku li Efrînê pêk tên, belge bikin û dadgeheke navneteweyî li herêmê ava bikin, da hesabên van sûcan ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bixwazin.

Ilham Ehmed diyar kir ku ji bo hemû siyasetên Tirkiyê yên li Efrînê, divê stratejiyeke hevbeş ji aliyê Koalîsyon û civaka navneteweyî were dayîn.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, li Şehbayê der barê siyaseta dagirkeriya Tirk li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn û sûcên wê li Efrînê panelek, bi beşdariya rûspiyên eşîrên Efrîn û Şehbayê, Endamên Rêxistinên Mafên Mirovan Efrîn, oldar û endamên saziyan pêk anî.

Di panelê de, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî hatin bibîrxistin û îşaret bi girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk hat kirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed encamnameya her du panelên li Heleb û Şehbayê li dar ketine, ragihand.

Encamname wiha ye:

Sûcên xeternak û li dijî tevahiya pîvanên navneteweyî li dijî Efrînê bi bêdengiya navneteweyî pêk tê. Ji ber wê

Divê cîhan bi rastiya bûyerên ku li Efrînê rû didin were agahdarkirin û ajande û sûcên dagirkeriyê werin eşkerekirin.

Ji bo têkoşîna li hemberî siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo guhertina demografiya herêmê ji tevahiya aliyên ewlehî, çandî, aborî, civakî û qanûnî ve,

Divê stratejiyeke hevbeş ji aliyê Koalîsyon û civaka navneteweyî were dayîn.

Ji bo pêkanîna ewlehî û veguhestina siyasî li Sûriyê,

Divê pergaleke siyasî ya demokratîk a nû ku jêderên teror û rêxistinên terorîstan hişk dikin, were avakirin.

Ji bo pêkanîna biryarên Meclisa Ewlehiyê yên têkildarî têkoşîna li dijî teror, tundrewî û pêkanîna edaletê,

Banga Avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê ji bo darizandina dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên ku kirine, hat kirin.

Ji ber ku gelê Kurd ê li Efrînê rastî qirkirineke çandî û bedenî tê, bang li NY hat kirin ku vê komkujiyê nas bikin û mafên gelê Kurd ê li Efrînê biparêze.

Her wiha sûcên wê yên li dijî hawîrdorê û qutkirina daran yekser werin rawestandin.

Divê komîteyek bi çavdêriya MSD û tevlêbûna rêxistin û saziyên navneteweyî were avakirin, da ku sûcên ku li dijî Efrînê pêk tên, belge bikin.

Back to top button